Li Bakurê Iraqê qeyrana aborî û siyasî zirareke mezin dide jiyanê. Ji bo çareseriyê karsaz û aborînasan konferans li dar xist û bangî hikûmeta bakur kirin ku demildest tevdîran bigire.
Nelihevkirina rêvebiriya bakurê Iraqê û hikûmeta navendî…
Operasyonên li dijî DEAŞê…
Qeyrana piştî şerê DEAŞê û nîqaşa referandumê.
Hemû li herêmê pirsgirêkên aboriyê derxistin.
Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, aborînas û karsazan li Hewlêrê konferansek li dar xist.
Beşdarên konferansê ji hikûmeta herêmî çareseriyeke demildest xwestin.
Dixwazin demildest tevdîr bên gritin û ev pirsgirêk ji holê rabe.