Li bakurê rojhilatê Amerîkayê ji ber lehiyê herî kêm 45 kes mirin

Li bakurê rojhilatê Amerîkayê ji ber lehiyê herî kêm 45 kes mirin

Li bakurê rojhilatê Amerîkayê ji ber Bahoza Idayê, barana gur û kelihê herî kêm 45 kes mirin.

Piştî eyaleta Louîsîanayê ya libaşûrê welêt Bahoza Idayê îja li eyaletên li New York, New Jersey, Pennsylvania, Maryland û Connecticutê çêbû. Ji ber bahozê barana gur barî û lehî çêbû.

Li New Yorkê 13 kes û li New Jersêyê jî 23 kes ji ber lehiyê mirin.

Waliyê New Jerseyê Phil Murphy daxuyand kesên di lehiyê da mirin jê gelek di wesayîtên xwe da ro da çûne.

Li eyalatan xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dike û ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.

Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio jî duh li bajêr rewşa derasayî îlan kiribû.

Di îstgehên metroyan da gelek kes asê mabûn.

Li başûrê New Jerseyê ji ber bablîsokê banê avahiyan zirar dîtibûn, li Philadelphiaya bajarê eyaleta Pennsylvaniayê jî otorê di bin avê da mabûn.

Li New Jerseyê Balafirgeha Newarkê di binê avê da mabû û gelek sefer hatibûn betalkirin.

Li New York, New Jersey û Pennsylvaniayê ji 200 hezarî zêdetir kes bê ceyran mabûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE