Li bakurê rojhilatê Îranê bi lerza 5,5 û 5,4ê du erdhej çêbûn

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, her du erdhej jî li navçeya Cacermê ya li ser eyaletê çêbûn û li gor saeta herêmî erdhejek di 03.34ê û ya duyem jî di 05.24ê da çêbû.

Li bakurê rojhilatê Îranê bi lerza 5,5 û 5,4ê du erdhej çêbûn

 Li eyaleta Xoresana Bakur ku dikeve bakurê rojhilatê Îranê, bi lerza 5,5 û 5,4ê du caran erd hejiya.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, her du erdhej jî li navçeya Cacermê ya li ser eyaletê çêbûn û li gor saeta herêmî erdhejek di 03.34ê û ya duyem jî di 05.24ê da çêbû.

Li gor tesbîtên ewilîn di erdhejê da mirî tuneye û di hin malan da xesar çêbû.

Li gor ragihandinê erdhej 16 û 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbûne û piştî erdhejan ekîbên alîkariya ewilîn sewqî herêmê kirin.

Hat gotin ku xebatên tesbîtkirina birîndar û xesarê dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE