Li bakurê Sûriyeyê li herêmên Hereketa Mertalê Feratê û Hereketa Çiqlê Zeytûnê nimêja Eyda Qurbanê hat kirin.
Li Cerablus, Bab, Efrîn û Ezezê yên bi Hereketa Mertalê Feratê û Hereketa Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hatin paqijkirin bi hezaran kes çûn mizgeftan.
Li mizgeftan nimêja eydê hat kirin, behsa girîngiya Eyda Qurbanê û serjêkirina qurbanê hat kirin.
Piştî nimêjê welatiyan eyda hevdu pîroz kir û jê hinek çûn goristanê ku qebra eqrabayên xwe ziyaret bikin.
Cerablus, Bab, Efrîn û Ezez bi Hereketa Mertalê Feratê û Hereketa Çiqlê Zeytûnê va ji rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê hatibûn paqijkirin.AA