Li Bab û Cerablûsa navçeyên li bakurê Sûriyeyê bi fuzeyên balîstîk êrîşî du ciyan kirin, di êrîşan da 3 sivîl hatin kuştin û 28 sivîl jî birîndar bûn.
Li Hamrana herêma Cerablûsa li sînorê Türkiyeyê û Terxîna herêma Babê berdestê sibê bi fuzeyan êrîş hat kirin.
Li herêmên êrîş lê hatin kirin rafîneriyên petrolê yên bi rêgezên berê tên xebitandin hebûn, di êrîşê da gelek tanker şewitîn û teqînên mezin çêbûn.
Di êrîşan da 3 sivîl hatin kuştin û 28 sivîl jî birîndar bûn.
Hê nehat tesbîtkirin ku fuzeyên balîstîk bi destê kê hatin avêtin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.
Gele wesayîtên agirkujiyê sewqî herêmê kirin.
Ditirsin ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Herêma Terxînê di 9ê sibatê da jî merûzî êrîşa fuzeya balîstîk mabû, di êrîşê da 2 sivîl hatibûn kuştin û 6 sivîl jî birîndar bibûn.
AA