Li bakurê Sûriyeyê êrîşên terorê: 16 birîndar

Li navçeya Ezezê ya li hemberî Kilîsê bombeya ku di minîbusa polêsan da hatibû bicihkirin teqiya.

Li bakurê Sûriyeyê êrîşên terorê: 16 birîndar

Li bakurê Sûriyeyê li navçeya Ezezê ya di destê mixalifan da bombeya ku di wesayîta polêsên herêmî dibir û dianî da hatibû bicihkirin teqiya, 16 polês birîndar bûn.

Li navçeya Ezezê ya li hemberî Kilîsê bombeya ku di minîbusa polêsan da hatibû bicihkirin teqiya.

Di êrîşê da 16 polês birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê yên li cihê bûyerê lêkolîn kirin û dibêjin dibe ku YPG/PKKya rêxistinê ev êrîş kiribe.

- Li Babê teqîn

Li bakurê Sûriyeyê li navçeya Babê jî bombeyeke duh şev di tankereke mazotê da hatibû bicihkirin teqiya.

Gelek tankerên li der û dorê zirar dîtin.

Tîmên agirkujê piştî demeke dirêj şewat vemirandin.

Di teqînê da kesek nemir, lê zirareke madî çêbû.

Hêzên ewlehiyê wisa texmîn dikin ku YPG/PKKya rêxistina terorê ev êrîş kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE