Li bakurê Sûriyeyê terorîstan gule berdan ser ambulansê

Li bakurê Sûriyeyê terorîstan gule berdan ser ambulansê

Li bakurê Sûriyeyê terorîstan gule li ser ambulansa ku dê û qîza wê ya nexweş tê da bûn reşandin, cama wesayîtê şikest û alavên tenduristiyê yên di hundir da jî zirar dîtin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, hêzên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li Herêma Kaniyê Aştiyê ya li bakurê Sûriyeyê ji bo ewlehiya gel biparêzin û hewcedariya wan a tenduristiyê, perwerde û xwarinê pêk bînin xebatên xwe didomînin.

Bi taybetî li herêmên ku nexweşxane an jî navendên tenduristiyê lê tune ne hêzên TSKyê alîkariyê dikin ku nexweş bên muayenekirin û ew bi ambulansan bigîhêjin nexweşxaneyê.

Di vê çarçoveyê da li gundê Tel Zîkeroyê ya li ser navçeya Til Ebyadê muayene û kontrola gundiyan hat kirin.

Li gund hat tesbîtkirin ku zarokeke 2 salî nexweş e û divê wê bibin nexweşxaneyê.

Dema ambulansa TSKyê ya ku tê da zarok û dêya wê hebû li rê ket, terorîstên li başûrê rêya M-4ê gule berdan ser ambulansê.

Di êrîşê da kesek nemir û birîndar nebû, lê cama wesayîtê şikest û alavên tenduristiyê yên di hundir da zirar dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE