Li Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê texliyekirin dewam dike

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê texliyekirin dewam dike

Li Efxanistanê piştî ku Talibanê paytext Kabul bi dest xist welatên ku dixwazin welatiyên xwe ji wir texliye bikin li Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê seferên balafiran dikin. Di nav du rojan da 64 balafir rabûn û bi hezaran kes ji Efxanistanê hatin derxistin.

Li Kabulê bi hezaran kesên dixwazin ji welêt derkevin xwe digîhinin Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê.

Li balafirgehê bi çavdêriya hêzên ewlehiyê însan tên texliyekirin.

Li balafirgehê tevdîrên ewlehiyê hatine zêdekirin û li gor rojên ewil rewşeke aramtir xuya dike.

Welatiyên welatên cuda yên ku kar û barên wan temam bûne li balafiran tên siwar kirin û ji welêt diçin.

Di nav du rojên dawîn da 64 balafir rabûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE