Li balafirgeha Zelandaya Nû elerma pakêta biguman

Balafirgeha Dunedînê ya li başûrê welêt ji ber "pakêta biguman" hat girtin

Li balafirgeha Zelandaya Nû elerma pakêta biguman

Balafirgeha Dunedînê ya li başûrê welêt ji ber "pakêta biguman" hat girtin.

Li gor nûçeya rojnameya Otago Daily Timesê ku li Zelandaya Nû weşanê dike, bajarê Dunedînê ya li başûrê welêt di avahiya pêvek a balafirgehê da pakêtek hat dîtin û balafirgeh ji xizmetê ra hat girtin, sefer hatin betalkirin.

Rayedarekî herêmî daxuyanî da rojnameyê û got ku polêsan wek tedbîr dora avahiyê girt û ekîbên îmhakirina bombeyan sewqî herêmê kirin.

Li bajarê Christchurchê yê Zelandaya Nû roja înê li ser nimêja înê êrîşa terorê li du mizgeftan hatibû kirin û 50 kes hatibûn kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE