Li Bangledeşê di şewata ferîbotê da herî kêm 30 kes mirin

Li Bangledeşê di şewata ferîbotê da herî kêm 30 kes mirin

Li Bangledeşê agir bi ferîbota rêwiyan ket û di şewatê da herî kêm 30 kes mirin.

Lîma Khanama ji rayedarên Baregeha Parastina Sivîlan û Xizmetên Şewatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îro berdestê sibê li Çemê Sugandhayê agir bi ferîbotekê ket.

Khanamê destnîşan kir ku di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da cesedê 30 kesî dîtin, 65 rêwî jî hatin xilaskirin.

Khanamê diyar kir ku birînên rêwiyên hatin xilaskirin kûr in, ekîbên lêgerîn û xilaskirinê xebatên xwe didomînin.

Khanamê got ku dema şewat derketiye hin rêwiyan xwe avêtiye çêm.

Rayedar ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Khalîlur Rahmanê rayedarê ewlekariyê jî diyar kir ku keştiya herî kêm 500 rêwî tê da bûn êvara pêncşemê ji Dakkayê derkete rê û diçû herêma Bargunayê.

Rahman diyar kir ku piraniya rêwiyan xwe ji ferîbotê avêtin çêm û bi sobaniyê derketin qeraxê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE