Li başûrê Îranê erdhej

Li başûrê Îranê bi mezinahiya 6an erd hejiya.

Li başûrê Îranê erdhej

Li Hurmuzgana eyaleta li başûrê Îranê bi lerza 6an erd hejiya.

Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, navenda erdhejê Kuherda navçeya eyaleta Hurmuzganê bû û erdhej li gor saeta herêmî di 02.45an da çêbû.

Hat gotin ragihandin ku erdhej 10 kîlometre di bin erdê da qewimî.

Di çapemeniya welêt da hat gotin ku erdhej li bajarên der û dorê jî hat hîskirin û welatî bizdiyan lê der heqê zirar û ziyanê da tu agahî nehat parvekirin.

Eyaleta Hurmuzganê li başûrê welêt li keviya Kendava Besrayê ye.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE