Li Behra Spî bobelata koçberan: 150 winda

Hat ragihandin ku li peravên Lîbyayê tekneya ku koçber tê da bûn serobino bû û biqasî 150 koçber winda bûn

Li Behra Spî bobelata koçberan: 150 winda

Şûbeya Lîbyayê ya Rêxistina Koçê (IOM) ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku di bobelata koçberan ya ku li peravên Lîbyayê çêbû da 150 kes winda bûn.

Di parvekirina ku IOMê ji sr hesabê xwe yê Twîtterê bi koda acîl parve kir da hat diyarkirin ku li peravên Lîbyayê tekneya ku koçber tê da bûn serobino bû.

Di parvekirinê da hat ragihandin ku biqasî 150yî koçber winda bûne û ji 145 kesan zêdetir koçber jî hatin xilaskirin.

Komîserê Bilind ê Penaberên ê Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) Fîlîppo Grandî jî ji Twîtterê got ku "Li Behra Spî trajediya herî xirab a îsal kêliyek beriya niha qewimî. Ji bo gelek mirovan bêyî ku derengî çênebe li behrê destpêkirina xilaskirinê ji bo ku dawî lê bînin ku li Lîbyayê koçber neyên ragirtin û zêdekirina rêyên ewledar ên ku bigihêje dervayî Lîbyayê divê demildest tişt bên kirin."

Li gor nûêeyên di çapemeniya Îtalyayê da li tekneya ku serobino bû da biqasî 300 koçber hebûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tîrmeh 2019, 10:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE