Li Behra Spî facîeyên koçberan: 170 mirî yan jî winda

NYyê eşkere kir ku di du qezayên behrê yên ku li Behra Spî çêbûn de 170 koçberên bêdestûr yan mirin yan jî winda bûn.

Li Behra Spî facîeyên koçberan: 170 mirî yan jî winda

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) hat dayîn de hat diyarkirin ku di çarçoveya agahiyên ji saziyên civakî de li Behra Alboranê ya di navbera Îspanya-Fazê de bota ku tê de koçberên bêdestûr hebûn binav bû û 53 kes mirin.

Hat gotin ku kesekî piştî ku 24 saet di behrê de mehsûr mabû ji aliyê kelekeke masîgiran ve hat xilaskirin li Fasê tê dermankirin, keştiyên Fas û Îspanyayê ev çend rojên dawin digel ku keleka binavbûyî digerin jî tu encam bi dest nexistin.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê NYyê Fîlîppo grandî der barê facîeya herî mezin a koçberên bêdestûr a sala nû ya ku li Behra Spî çêbû de nirxandina "Nikarin misade bikin ku trajediya li Behra Spî dewam bike. Em nikarin gelek mirovên ku li ber deê Ewropayê dimirin ji nedîtinê bên."

Grandî destnîşan kir ji bo ku koçberên bêdestûr bên xilaskirin divê her cure hewldan bê dayîn.

- Li Behra Spî facîa

Di qezayeke behrê ya din a ku fîloya behrê ya Îtalyayê li Behra Spî rapor kir de hat ragihandin ku 117 koçberên bêdestûr an mirin an jî winda bûn. 3 keêsn ku dijîn ji bo ku bên dermankirin birin Girava Lampedusayê.

Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî yê li Îtalyayê Falvîo Dî Gîacomo agahiyên ku 3 koçberên bêdestûr ên ku firokeyên fîloya Îtalyayê ee xilaskirin û anîn nexweşxaneya li Girava Lampedusayê hatin sitandin bi çapemeniyê re parve kirin.

Dî Gîacomo got ku "3 kesên li Lampedusayê yên ku hatin xilaskirin gotine me ku di botê de 120 kes hebûn. Qise kirin piştî ku 11 saet di behrê de çûçe bot binav bûye û kesên tê de xeniqîne. Ji bo ku hin kes wan xilas bikin 3 saet di behrê de mane. Ji 117 kesên winda de yek jê ducanî 10 kes jin in, yek jê du mehê du bebek jî hene."

Dî Gîacomo ragihandku her 3 koçberên bêdestûr gotine ku "Şûna em vegerin Lîbyayê mirin çêtir e."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE