Li ber Qesra Spî xwepêşandana piştgiriyê dide Azerbeycanê hat lidarxistin

Li ber Qesra Spî xwepêşandana piştgiriyê dide Azerbeycanê hat lidarxistin

Li Washîngtona paytextê Amerîkayê êrîşên Ermenistanê yên li ser axa Azerbeycanê û dagirkeriya wê ya li Qerebaxa Çiyayî hat protestokirin.

Komeke qasî ji 200 kesî pêk dihat di destên wan da alayên Azerbeycan û Türkiyeyê li ber Qesra Spî kom bû û dirûşmeyên piştgiriyê didin Azerbeycanê berz kir.

Xwepêşandêran kaxizên li ser êrîş û dagirkeriya Ermenistanê rexne dike dan destên xwe û bang kirin bila ew dev ji êrîşan berde.

Kom paşê çû li ber avahiyê balyozxaneya Washîngtonê ya Türkiyeyê û li wir hezkirina xwe nîşan da.

Rayedarên balyozxaneyê silav dan komê û gotin Türkiye piştgiriyê dide Azerbeycanê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE