Li Besraya Iraqê êrîş: 4 kuştî

Di êrîşa li Besraya bajarê Iraqê da 4 kes hatin kuştin, 4 kes birîndar bûn

Li Besraya Iraqê  êrîş: 4 kuştî

Hat diyarkirin ku li Besraya bajarê Iraqê di êrîşa bi motorsîkleta bombebarkirî hat kirin da 4 kes hatin kuştin.

Esed Îdaniyê Waliyê Besrayê daxuyanî da INAya ajansa fermî ya Iraqê û got, "Di teqînê da 4 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn."

Di daxuyaniya li ser Tora Medyaya Ewlekariyê ya hikûmeta Iraqê da jî hat diyarkirin ku motorsîkleta bombebarkirî teqiya.

Hat destnîşankirin ku li herêma teqînê xebatên hêzên ewlekariyê dewam dikin.

Hetanî vê gavê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE