Li Bexdayê agir berdan avahiyê PDKyê

Li Bexdayê agir berdan avahiyê PDKyê

Li Bexdaya paytextê Iraqê komeke alîgirên Şiiyan agir berda avahiyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Kesekî bi navê Nayîf Kurdistanî yê tê îdiakirin ku PDKyî ye li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke Şiiyan rexne dike parve kir.


Li ser bertekan Kurdistanî peyama xwe jê bir û ji Elî es Sistaniyê merciyê dînî yê Şiî lêborîn xwest.

Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin, komekê agir berda Buroya Bexdayê ya PDKyê. Tê gotin ku ev kom girêdayî milîsên Şiî ne.

Di daxuyaniya PDKyê da jî hat gotin yê ku peyam weşandiye ne PDKyî ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE