Li Bexdaya paytextê Iraqê komeke alîgirên Tevgera Sedr li ber Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne kom bûn, ji bariyerên beton derbas bûn û ketin Meclisê.
Koma ku Mihemed Şiya Sûdaniyê namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Kordînasyonê yê nêzîkî Îranê protesto kir, li ber Herêma Kesk kom bû.
Dema komê xwest ji bariyerên beton derbas bibin, hêzên ewlehiyê midaxeleyî wan kirin. Lê hinek ji ser bariyeran ra derbas bûn û ketin Meclisê.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî bangî xwepêşandêran kir û ji wan xwest ku bila ew zirarê nedin malên kamuyê û demildest ji Herêma Kesk vekişin.
AA