Li Bexdayê alîgirên Sedr dijî Amerîkayê xwepêşandan kirin

Li Bexdaya paytextê Iraqê li ser banga Muqteda Sedrê pêşengê Tevgera Sedr ji bo derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê xwepêşandan hat kirin.

Li Bexdayê alîgirên Sedr dijî Amerîkayê xwepêşandan kirin

 Li Bexdaya paytextê Iraqê li ser banga Muqteda Sedrê pêşengê Tevgera Sedr ji bo derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê xwepêşandan hat kirin.

Bi sed hezaran kes tevlî xwepêşandana li herêma Cediriyeyê ku navenda Bexdayê ye bûn.

Alîgirên Sedr kefenên temsilî li xwe kirin û alîgirên Heşda Şabiya hêza milîs ya Şiiiyan jî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanên ku alayên Iraqê hilgirtin carcaran dijî Amerîka û eskerên wê yên li Iraqê diruşm xwendin.

Li Bexdayê ji ber xwepêşandanê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û gelek rêyên diçin Cediriyeyê hatin girtin.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2020, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE