Li Bexdayê dijî Feyliyê Berdevkê PDKyê hewla sûîqestê

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li rojhilatê Bexdayê kesên nediyar gule berî wesayîta Feylî dan.

Li Bexdayê dijî Feyliyê Berdevkê PDKyê hewla sûîqestê

Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê li dijî Mehdî Ebdilkerîm Feyliyê Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di seroktiya Mesûd Barzanî da hewla sûîqestê hat kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li rojhilatê Bexdayê kesên nediyar gule berî wesayîta Feylî dan.

Hat destnîşankirin ku Feylî ji êrîşê xilas bû lê di wesayîta wî da zirar çêbû.

Duh jî bombeya destan avêtibûn buroya Bexdayê ya PDKyê, di êrîşê da kesak nemiribû.

Dîsa li Bexdayê îro nîvro bi bombeyê êrîşî Partiya Teqedumê ya Mihemed Halbûsiyê Serokê Meclisê pêşîkêşiya dike, kiribûn.

Hikûmeta Iraqê hê der barê êrîşkaran û mijarê da daxuyanî nedaye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE