Li Bexdayê hêzên ewlehiyê midaxeleyê çalakvanan kir: 3 kuştî, 35 birîndar

Ji Midûriyeta Tenduristiya Bajêr rayedarekê ku nexwest navê xwe bide daxuyanî da û got ku hêzên ewlehiyê li nêzî pirên Sînek û Ahrarê midaxaleyê çalakvanan kir. Rayedar got ku di bûyeran de 3 kes hatine kuştin û 35ê wan jî birîndar bûn. 

Li Bexdayê hêzên ewlehiyê midaxeleyê çalakvanan kir: 3 kuştî, 35 birîndar

Li Bexdayê hêzên ewlehiyê bi xazên îsotê midaxeleyê çalakvanan kir û di bûyeran 3 çalakvan hatin kuştin û 35ê wan jî birîndar bûn. 

Ji Midûriyeta Tenduristiya Bajêr rayedarekê ku nexwest navê xwe bide daxuyanî da û got ku hêzên ewlehiyê li nêzî pirên Sînek û Ahrarê midaxaleyê çalakvanan kir. Rayedar got ku di bûyeran de 3 kes hatine kuştin û 35ê wan jî birîndar bûn. 

Li gor agahiyan bombeyên xaza îsotê rastî serên çalakvanan hatine û bi vî şiklî mirine. 

Li Iraqê çalakiyên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da dest pê kiribûn hê dewam dikin. Heta niha ji 300î zêdetir kes hatin kuştin û ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li Bexdaya paytextê Iraqê di serî da bajarên başûr û navîn ên welêt çalakî dewam dikin, li dijî desthilatiya Îranê ya li Iraqê bertek zêde dibin.

Pakêtên reformê yên ji hêla hikûmet va hatin eşkerekirin çalakvanan îqna nake. Ji ber ku hêzên ewlehiyê di xwepêşanan da tund tevdigerin çalakvan dixwazin Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û hikûmet îstifa bikin.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE