Li Bexdayê jineke aktîvîst hat revandin

Li Bexdaya paytextê Iraqê jineke aktîvîst a bi navê Saba el Mehdawî ji hêla kesên biçek ên nasnameya wan nediyar va hat revandin

Li Bexdayê jineke aktîvîst hat revandin

 Li Bexdaya paytextê Iraqê jineke aktîvîst a ku piştgiriyê dide xwepêşandanan hat revandin.

Hazim eş Şemeriyê yek ji wan aktîvîstane ku xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Meydana Tehrîrê organîze dike ji nûçegihanê AAyê ra got aktîvîsta jin Saba el Mehdawî ya ku alîkariya ewil a tibî ya xwepşandarên birindar dike şev piştî xwepêşandanan dema dizivirî mala xwe ji hêla kesên çekdar ên nasnameya wan nediyar va hat revandin.

Piştî revandina Mehdawî xwepêşandêran li ser medyaya civakî bi etîketên "Ji Saba Mehdawî ra Azadî" û "Saba li ku ye?" bertek nîşanî revandina wî kirin û hikûmetê berpirsyar dibînin.

Par jî dîsa li Besreya Iraqê aktîvîstên pêşengiya xwepêşandanan kiribûn ji hêla kesên nasnameya wan nediyar va hatibûn revandin û kuştin.

- Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê

Li Iraqê hin herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku ji 1ê Cotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê di 25ê Cotmehê da dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Paytext Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên başûr û naverasta welêt belav bûn da ji serê cotmehê vir va ji 200 kesî zêdetir mirov hatin kuştin, qasî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî jî daxuyandibû li Iraqê di xwepêşandanên ji serê cotmehê vir va dewam dikin da 229 xwepêşandêr hatine kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE