Li Bexdaya paytextê Iraqê li dijî Herêma Kesk ya ku Balyozxaneya Amerîkayê lê ye bi 3 moşekan va êrîş hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Şaxa Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê, şev dereng li dijî Herêma Kesk bi 3 moşekên katyûşayê va êrîş hat kirin.
Hat ragihandin ji bo berpirsyarên êrîşê bên girtin xebat dewam dikin.
Li Enbar û Hewlêrê jî li dijî baregehên eskerî yên ku eskerên Amerîkayê lê ne jî bi moşek û wesayîtên bêmirov ên teqemenî barkirî va êrîş hatibûn kirin.
Tê îdiakirin hêzên milîs ên Şiiyan êrîş kirine.
AA