Li Bexdaya paytextê Iraqê li Meydana Tehrîrê ya ku navenda xwepêşandanên dijî hikûmetê ye êrîşa bibombe hat kirin. Di êrîşê da li gor agahiyên ewil 4 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin nêzî Meydana Tehrîrê bombeya ku di wesayîteke parkirî da hatibû bicîkirin hat teqandin.
Di êrîşê da 4 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Dengê teqîna navborî ji gelek cihên paytextê hat bihîstin.