Li Bexdayê protestoyên li dijî hikûmetê dewam dikin

Li Bexdayê protestoyên li dijî hikûmetê dewam dikin

 Li Bexdaya paytexê Iraqê bi sedan kes ji ber kêmasiya xizmetên dewletê û kuştina çalakvanên sivîl protestoya dijî hikûmetê didomînin.

Çalakvanên li Meydana Tehrîrê ya li Bexdayê kom dibin protestoyên li dijî hikûmetê bi dirûşmeyan didomînin.

Çalakvan dirûşmeyên wekî "Gel dixwaze rejimê ji text daxe" dibêjin û bi pankartan dixwazin ku hesabê çalakvanên tên kuştin were pirsîn.

Komek çalakvan jî li Meydana Nûsurê çalakiyê dike.

Xêncî Bexdayê li bajarên beşûr jî bi sedan kes beşdarî çalakiyê dibin.

Hêzên ewlekariya Iraqê li dora Meydana Tehrîrê tevdîrên ewlehiyê zêde kirin. Destûrê nadin ku çalakvan ber bi Herêma Kesk va bimeşin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE