Li Bexdayê qedexeya derketina derva hat îlankirin

"Li paytext Bexdayê ji bona pergala kamuyê, ewlehiya navxweyî û xwepêşanderan ji provakatorên ku êrîşî hêzên ewlehiyê, milkên kamuyê û milkên şexsî dikin biparêzin telîmata îlankirina qedexeya derketina derva ya berfireh hatiye dayîn."

Li Bexdayê qedexeya derketina derva hat îlankirin

 Li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê ku roja sêşemê dest pê kirin qedexeya derketina derva ya berfireh hat îlankirin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Li paytext Bexdayê ji bona pergala kamuyê, ewlehiya navxweyî û xwepêşanderan ji provakatorên ku êrîşî hêzên ewlehiyê, milkên kamuyê û milkên şexsî dikin biparêzin telîmata îlankirina qedexeya derketina derva ya berfireh hatiye dayîn."

Ebdulmehdî destnîşan kir hêzên ewlehiyê wê li hember rewşên acîl yên însanî, rêwiyên li balafirgehan û kesên tevlî merasimên Erbaînê bibin tund nebin.

Ehmed Xelefê li Midûriyeta Polêsan ya Bexdayê wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li tevahiya paytextê îro sibehê ji saet 05.00an pê va heta emrekî din wê qedexeya derketina derva dest pê bike.

Xelef destnîşan kir biryara qedexeya derketina derva bi telîmata Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bona xwepêşandan û bûyerên tundiyê yên li paytextê bên kontrolkirin hatiye hildan û got ku xwepêşander hê jî li kuçe û kolanan in.

Ehmed Xelef diyar kir wesaîtên bizirx yên artêşê li Herêma Kesk hatine bicîkirin û ji bona dijî hewldanên xwepêşanderan amade ne.

Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin û heta niha 12 kes mirine.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 09:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE