Li Bexdaya paytextê Iraqê Şiî dema ber bi gora Îmam Mûsa el Kazimî dimeşiyan bombeya destan a ku di konteynera çopê da hatibû bicihkirin teqiya, 8 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Şaxa Medyaya Ewlehiyê ya ku girêdayî hikûmeta Iraqê ye, li herêma Pireya El Eîmmeyê ya ku herêmên Kazimiye û Azamiyeyê bi hev ra girê dide, bombeya destan a ku di konteynera çopê da hatibû bicihkirin teqiya.
Hat gotin ji ber teqînê 8 kes birîndar bûn.
Şiî ji ber salvegera mirina îmamê heftemîn Mûsa el Kazimî ya ku du roj şûnda ye ji bajarên başûr tên ser gora wî ya li Kazimiyeyê.
Li gelek herêmên Bexdayê û Kazimiyeyê kon tên vegirtin, ji bo xêra wî xwarin û vexwarin tê belavkirin.AA