Li rojhilatê Bexdayê hin kesên biçek yên ku nasnameyên wan ne diyar e êrîş bir ser malekê. Di êrîşê da ji heman malbatê 6 kes hatin kuştin.
Ji polêsên Bexdayê Komîsêr Ehmed Xalef daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hin kesên biçek yên ku nasnameyên wan ne diyar e li taxa Sadrê êrîş bir ser malekê. Di êrîşa ku biçekên bêdeng hatin kirin de ji heman malbatê 6 kes hatin kuştin.
Xalef got ku der barê êrîşê da wan lêpirsin daye destpêkirin û bona girtina êrîşkaran jî xebatên wan didomin.
Hê tu kesî bûyer nehildaye ser xwe.
Hêzên ewlehiya Iraqê dibêjin dibe ku ev êrîş ji aliyê DEAŞê va hatibe kirin.
Li gor daxuyaniya hikûmetê ya ku par di meha kanûnê de kiribû hemû axa welêt ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû rizgarkirin.
DEAŞa rêxistina terorê car caran derdikeve holê û bona îspatkrina hebûna xwe êrîşan lidardixe. AA