Li Beyrûda Lubnanê 2 hefte rewşa derasayî hat îlankirin

Piştî civîna ku li ser deweta Serokomar Mişel Ewn hat kirin, ji Konseya Parastinê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku li gor biryara hat dayîn, li Beyrûdê heta 18ê tebaxê 2 hefteyan OHAL hat îlankirin.

Li Beyrûda Lubnanê 2 hefte rewşa derasayî hat îlankirin

 Li Lîmana Beyrûdê ya li Lubnanê duh teqîn çêbû û piştî teqînê Konseya Parastina ya Payebilind li paytextê 2 hefteyan rewşa derasayî (OHAL) îlan kir.

Piştî civîna ku li ser deweta Serokomar Mişel Ewn hat kirin, ji Konseya Parastinê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku li gor biryara hat dayîn, li Beyrûdê heta 18ê tebaxê 2 hefteyan OHAL hat îlankirin.

Her wiha Konseyê biryar da ku artêş li Beyrûdê wezîfeya ewlehiyê hilde ser xwe, hêzên ewlehiya navxweyî, hêzên çekdar ên li gumrik, lîman û balafirgehan, yekîneyên parastinê yên çekdar û îtfayekar têkevin bin kontrola artêşê.

Di nav biryarên ku hatin dayîn da biryarên wiha hene, "ji bo ku mesrefên nexweşxaneyê yên birîndaran were pêkanîn, wê ji nexweşxaneyan ra fon were terxankirin, ji malbatên kesên ku mirine ra tezmînat were dayîn, ji ber ku di teqînê da genim zirar dît, genim wê were peydakirin, ji bo berdewamiya îdxalat û îxracatê Lîmana Trablusê wê were amadekirin, ji bo tesbîtkirina zirarê bi artêşa Lubnanê ra di nav kordînasyonê da Komîsyona Alîkariyê ya Payebilind wê were çêkirin, ev komîsyon wê ji bo malbatên ku malên wan xerab bûne, sitargehan peyda bike, ji bo alîkariyên ku wê ji welatên biyanî werin foneke taybet wê were avakirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE