Li Beyrûta paytextê Lubnanê rewşa derasayî ya ku piştî teqîna mezin hatibû ragihandin, bi qasî mehekê hat dirêjkirin.
Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat destnîşankirin ku ji ber rewşa nuha ya paytext û îstifaya hikûmetê, rewşa derasayî heta 18ê îlonê hat dirêjkirin.
Meclisa Lubnanê piştî teqîna li Bendera Beyrûtê ya 4ê tebaxê ji bo 2 hefteyan rewşa derasayî ragihandibû.AA