Li Bolîvyayê 3 piştgirên Morales hatin kuştin

Saziya kontrola fermî ya binpêkirina mafên mirovan e daxuyand ku hêzên asayîşê li bajarê El Altoyê operasyon kirin û di operasyonê da 3 sivîl hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn

Li Bolîvyayê 3 piştgirên Morales hatin kuştin

Li Bolîvyayê li bajarê El Altoya kêleka paytext La Pazayê hêzên asayîşê midaxaleyî piştgirên Evo Moralesê Serokê Dewletê yê mustafî, kir û 3 kes hatin kuştin.

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina giştî hat kirin, lê ji ber ku mixalifan îdia kir û gotin ku di hilbijartinê da hîle hat kirin, dest bi protestoyan kir û protesto veguherîn çalakiyên tundî û dewam dikin.

Piştî ku Serokê Dewletê Evo Morales ji ber xwepêşandanên kuçeyan ên mixalefetê û zexta artêşê îstifa kir, Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hat tayînkirin.

Li bajarê El Altoyê xwepêşandêrên ku piraniya wan ji piştgirên Morales pêk tên, îstifaya Anezê xwestin û bi barîkatan va taxa Senkatayê ku navendên veguhastina sotemenî û xaza siruştî lê ne, girtin. Hêzên asayîşê operasyon bir ser taxê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya saziya Defensoria del Puebloyê ku kontrola fermî ya binpêkirina mafên mirovan e, di operasyonê da 3 sivîl hatin kuştin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku 30 kes di operasyonê da birîndar bûn.

Bi kuştina van hersêyan va jimara kesên ku di bûyeran da hatin kuştin derket 27an, herî kêm 765 kes jî birîndar bûne.

- Kirîza li Bolîvyayê

Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.

Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û careke din herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.

Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.

Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.

Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hatibû îlankirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE