Li Bolîvyayê jimara kuştiyan derket 23yan

Li Bolîvyayê di tundiya ku piştî hilbijartina 20ê cotmehê dest pê kirin da jimara kuştiyan derket 23yan.

Li Bolîvyayê jimara kuştiyan derket 23yan

 Li Bolîvyayê di tundiya ku piştî hilbijartina 20ê cotmehê dest pê kirin da jimara kuştiyan derket 23yan.

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina giştî hat kirin, lê ji ber ku mixalif îdia dikin û dibêjin di hilbijartinê da hîle hat kirin, çend roj in hilbijartinê protesto dikin û bûyerên tundî dewam dikin. Piştî ku Serokê Dewletê Evo Morales ji ber xwepêşandanên kuçeyan ên mixalefetê û zexta artêşê îstifa kir, Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hat tayînkirin.

Li gor daneyên ku li ser hesabên medyaya civakî yên Komîsyona Mafên Mirovan a Navbera Amerîkayiyan (IACHR) û Defensoria del Puebloya saziya kontroler a fermî ku li welêt di mijara binpêkirina mafên mirovan da xebatê dike, hatin parvekirin, li gelek herêmên Bolîvyayê bûyerên tundî dewam dike û di navbera 20ê cotmehê û 16ê mijdarê da 23 kes hatin kuştin. 8 jê rojnameger, 56 jê polês, 715 kes birîndar bûn, di bûyeran da 1112 kes hatin binçavkirin, 50 kes hatin girtin.

- Kirîza li Bolîvyayê

Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.

Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û careke din herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.

Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.

Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.

Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hatibû îlankirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE