Li Bolîvyayê jimara kuştiyan derket 9an

Li bajarên Montero û Yapacaniyê yên li ser wilayeta Santa Cruzê di bûyerên tundî da 2 kes hatin kuştin

Li Bolîvyayê jimara kuştiyan derket 9an

Li Bolîvyaprotesto û bûyerên tundî dewam dikin û jimara kesên ku di bûyeran da hatin kuştin derket 9an.

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina giştî hat kirin, lê ji ber ku mixalif îdia dikin û dibêjin di hilbijartinê da hîle hat kirin, çend roj in hilbijartinê protesto dikin û bûyerên tundî dewam dikin. Piştî ku Serokê Dewletê Evo Morales ji ber xwepêşandanên kuçeyan ên mixalefetê û zexta artêşê îstifa kir, Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hat tayînkirin.

Li gor nûçeyên çapemeniya welêt, li bajarên Montero û Yapacaniyê yên li ser wilayeta Santa Cruz ku mixalif lê hêzdar in, bûyer dewam dikin û 2 kes hatin kuştin. Bi kuştina van herdu kesan va jimara kesên ku di bûyeran da mirin derket 9an, ji 400î zêdetir kes jî birîndar bûne.

Doxtorên ku 70 roj berê li dijî Morales dest bi grevê kiribûn, li piraniya welêt cardin dest bi wezîfeyê kirin.

- Kirîza li Bolîvyayê

Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.

Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û carekê dîsa herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.

Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.

Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE