Li Bolîvyayê jimara miriyan zêde dibe

Li welêt protesto û bûyerên tundî dewam dikin û jimara kesên ku di bûyeran da hatin kuştin derket 18an

Li Bolîvyayê jimara miriyan zêde dibe

Li Bolîvyahêzên ewlehiyê li bajarê Sacabayê yê wilayeta Cochabambayê operasyon da destpêkirin û di pevçûnan da 4 kes hatin kuştin.

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina giştî hat kirin, lê ji ber ku mixalif îdia dikin û dibêjin di hilbijartinê da hîle hat kirin, çend roj in hilbijartinê protesto dikin û bûyerên tundî dewam dikin. Piştî ku Serokê Dewletê Evo Morales ji ber xwepêşandanên kuçeyan ên mixalefetê û zexta artêşê îstifa kir, Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hat tayînkirin. 

Li bajarê Sacabayê yê wilayeta Cochabambayê di navbera gundiyên piştgiriyê Morales û hêzên ewlehiyê da pevçûn dewam dikin.

Polêsan çend roj berê li bajêr bi piştgiriya eskeran va operasyon da destpêkirin û ji gundiyên hilberînerê kokayê 4 kesên din jî hatin kuştin. Di bûyeran da 200 kes hatin binçavkirin, 4 jê giran 115 kes jî birîndar bûn.

Bi kuştina van herçar kesan va jimara kesên ku di bûyeran da mirin derket 18an, ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûne. 

- Kirîza li Bolîvyayê

Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.

Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û careke din herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.

Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.

Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.

Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hatibû îlankirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE