Li Bolîvyayê verastkirina hilbijartina serokatiya dewletê hat pesendkirin

Meclisa Parlamenteran a şaxa Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) a Bolîvyayê pêşnûmaya qanûnê ya hilbijartineke nû ya serokatiya dewletê pesend kir.

Li Bolîvyayê verastkirina hilbijartina serokatiya dewletê hat pesendkirin

Meclisa Parlamenteran a şaxa Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) a Bolîvyayê pêşnûmaya qanûnê ya hilbijartineke nû ya serokatiya dewletê pesend kir.

Pêşnûma pêşiyê di Meclisa Senatoran a şaxa ALPyê da hat pesendkirin û paşê di Meclisa Parlamenteran da hat pesendkirin. Tê payîn ku Seroka Dewletê ya berwext Jeanine Anez pêşnûmayê têxe rewacê.

Piştî ku pêşnûma têkeve rewacê, endamên Mehkemeya Payebilind a Hilbijartinê wê dîroka hilbijartinê kifş bike.

Li gor pêşnûmayê kesekî du heyaman serokatiya dewletê kiribe, nikare têkeve hilbijartinê. Evo Moralesê Serokê Dewletê yê îstifa kir, ji ber vê xala pêşnûmayê wê nikaribe bibe namzed.

- Kirîza li Bolîvyayê

Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.

Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û careke din herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.

Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.

Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.

Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hatibû îlankirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE