Li Bosna Hersekê "Meşa Aştiyê" dest pê kir

Meşa Aştiyê ya ku her sal li Nezuka navçeya Bosna Hersekê li ser rêya daristanê çêdibe, dest pê kir. Îsal 15emîn Meşa Aştiyê tê lidarxistin û ewê 3 rojan dewam bike

Li Bosna Hersekê "Meşa Aştiyê" dest pê kir

Meşa Aştiyê (Marş Mîra) ya ku bi beşdariya hezaran kesî her sal li Nezuka navçeya Bosna Hersekê li ser rêya daristanê çêdibe, dest pê kir.

Ji bo Boşnakên ji ber komkujiya Srebrenîtsayê reviyan û li daristanê meşiyan ku xwe bigihînin bajarê Tuzlayê bên bibîranîn ev meş her sal çêdibe.

Îsal 15emîn Meşa Aştiyê tê lidarxistin û ewê 3 rojan dewam bike.

Ev rêya daristanê di nav gel da wek "rêya mirinê" tê binavkirin û 5 hezarî zêdetir dildar beşdarî vê meşê dibin.

Serokê Lijneya Çalakiya Merasimên Bibîranîna Srebrenîtsayê Hamdija Fejzic daxuyand Meşa Aştiyê bûye çalakiyeke navneteweyî.

Haris Beganovicê 23 salî jî got ev cara 14emîn e ku beşdarî vê meşê dibe û ew ji ber goristanên komî gelekî xemgîn e.

- Meş wê di 10ê Tîrmehê da dawî bibe

Dildarên beşdarî vê meşê dibin li bajaroka Nezukê wê ji qurbanên komkujiyê ra dia bikin û paşê dest bi meşê bikin. Piştî meşa 100 kîlomêtroyî ew ê di 10êTtîrmehê de bigihêjin Goristana Potoçariyê.

Di vê meşa ku 15 sale tê lidarxistin da beşdarvan wê her roj 35 kîlomêtro bimeşin.

Di çarçoveya salvegera 24emîn da 33 qurbanên komkujiyê wê di 11ê Tîrmehê da di Goristana Potoçariyê da bên definkirin.

Li Goristana Potoçariyê 6 hezar û 610 kesên ku di komkujiyê de hatine kuştin hatine definkirin.

Ji ser komkujiyê ra 24 sal derbas bûn, lê hê jî cesedê hezar kesî zêdetir nehatine dîtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE