Li Brezilyayê hejmara kesên di bendava ku rûxiya da mirin derket 121an

Hejmara kesên ku ji ber rûxîna bendava gemara madenê mirin derkete 121an

Li Brezilyayê hejmara kesên di bendava ku rûxiya da mirin derket 121an

Hat ragihandin li Brezilyahejmara miriyên ku ji ber ruxandina bendava gemara madenê derket 121an.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkaya Latîn, li rojavayê başûrê welat li bajarê Brumadinhoya li ser eyaleta Minas Geraisê, hejmara kesên ku roja înê ji ber rûxîna bendava gemara madenê mirin, derket 121an, ji bo 226 kesên winda bên dîtin xebat dewam dikin.

Hat ragihandin nasnameya 93 kesên mirine hatiye eşkerekirin. 

Ji ber xwepêşanên eqrebayên kesên wan di madenê da mirine 3 endezyarên Şirketa Vale SAyê ya ku bendavê dişixûlîne û du xebatkarên şirketa kontrolê ya Almanan hatibûn binçavkirin.

Ji ber rûxîna bendavê li bajarê Brumadinhoyê qasî 3 hezar kes hatibûn texliyekirin.

Li Brezilyayê dîsa di sala 2015an da li Marinaya girêdayî Minas Geraisê, bendava gemara madenekê ya Vale SA û şîrketa BHP Billiton a Awistralyayî rûxiyabû û 19 kes miribûn û bi sedan kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 10:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE