Li Brezilyayê hejmara miriyan derket 40î

Li Brezilyayê hejmara kesên ku di bendava gemara madenê ku rûxiya da mirin zêde dibe

Li Brezilyayê hejmara miriyan derket 40î

Hat ragihandin li rojavayê başûrê Brezilyayê pêr piştî ku bendava gemara madenekê rûxiya, hejmara miriyan derket 40î. 

Di daxuyaniya teşkîlata îtfaiyeyê Minas Geraisê da hat destnîşankirin, duh piştî ku bendava gemara madeneke cewherê hesin rûxiya, cesedê 40 kesan hatin dîtin û qedera 200 an jî 300 kesî hê jî wenda ne. 

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam in û herwiha tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe. 

Berpirsên şîrketa madenê ragihandibûn, dema ku bendav rûxiyabû li ciyê bûyerê piraniya wan karker 427 kes hebûn û ji wan jî 279 kes hatin xilaskirin. 

Hat destnîşankirin, bendav gava karker li ser firavînê bûne rûxiyaye û herwiha ekîbên xilaskirinê hê jî negihîştine xwaringeha ku piştî rûxîna bendavê di bin heriyê da ma.

Piştî rûxîna bendavê hejmara miriyan herî dawî wekî 34 kesan hatibû ragihandin.

Sedemê rûxînê bendavê hê jî nayê zanîn. 

Di daxuyaniya şîrketa madenê ya Brezilyayî Vale SAyê da hatibû destnîşankirin ku bermahiya cewherê gihîşt wargehê Vila Ferteco yê girêdayî bajarê Brumadinhoyê û şêniyên ku li hin semtên bajêr dijîn hatin texliyekirin û herwiha ekîbên îtfaiyeyê jî ji beja û asîman xebatên xwe yên lêgerîn û xilaskirinê didomînin. 

Serokê Dewleta Brezilyayê Jair Bolsonaro ragihandibû ku ew ji ber bûyerê gelekî li ber xwe ket û ew ê 3 wezîran bişîne herêmê. 

Li Brezilyayê dîsa di sala 2015an da li Marinaya girêdayî Minas Geraisê, bendava gemara madenekê ya Vale SA û şîrketa BHP Billiton a Awistralyayî rûxiyabû û di ecamê da 19 kes miribûn û bi sedan kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 18:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE