Li Brezilyayê hejmara miriyan derket 58an

Li Brezilyayê di bendava ku rûxiya da hejmara miriyan zêde dibe

Li Brezilyayê hejmara miriyan derket 58an

Hat ragihandin li rojavayê başûrê Brezilyayê roja înê piştî ku bendava gemara madenekê rûxiya, hejmara miriyan derket 58an. 

Li gorî nûçeyên çapemeniya Brezilyayê, li rojavayê başûrê vî welatî li bajarê Brumadinho yê girêdayî eyaleta Minas Geraisê, hejmara kesên ku roja înê ji ber rûxîna bendava gemara madeneke cewherê hesin mirin, derket 58an û herwiha hejmara kesên wenda jî wekî 305 hat eşkerekirin.

Di bendava gemarê ya ku xebatên xilaskirinê lê dewam dikin, ekîbên îtfaiyeyê rastî otobusekê hatin. Der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn bê ka di otobusê da çend kes hebûn.

Berdevkê Enstîtuya Parastina Sivîlan a Minas Geraisê Flavio Godinho wiha got, "Em ê hewl bidin ku ciyê kesên ku li heyatê ne tesbît bikin û em ê hewl bidin ku xwe bi wan ra bigihînin."

Hat destnîşankirin ku ji ber rûxîna bendava gemarê li bajarê Brumadinho qedera 3 hezar kes hatin texliyekirin.

Herwiha hatibû destnîşankirin, bendav gava karker li ser firavînê bûne rûxiyaye û herwiha ekîbên xilaskirinê hê jî negihîştine xwaringeha ku piştî rûxîna bendavê di bin heriyê da ma.

Di daxuyaniya şîrketa madenê ya Brezilyayî Vale SAyê da jî hatibû destnîşankirin ku bermahiya cewherê gihîşt wargehê Vila Ferteco yê girêdayî bajarê Brumadinhoyê û şêniyên ku li hin semtên bajêr dijîn hatin texliyekirin û herwiha ekîbên îtfaiyeyê jî ji beja û asîman xebatên xwe yên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Li Brezilyayê dîsa di sala 2015an da li Marinaya girêdayî Minas Geraisê, bendava gemara madenekê ya Vale SA û şîrketa BHP Billiton a Awistralyayî rûxiyabû û di ecamê da 19 kes miribûn û bi sedan kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 11:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE