Li Brezilyayê hejmara miriyan zêde bû

Hat ragihandin nasnameya 35 kesan hat eşkerekirin û 279 kes jî winda ne.

Li Brezilyayê hejmara miriyan zêde bû

Hat ragihandin li Brezilyayê hejmara miriyên ku ji ber ruxandina bendava gemara madenê derket 65an. 

Li gorî nûçeyên çapemeniya Brezilyayê, li rojavayê başûrê welat li bajarê Brumadinhoya li ser eyaleta Minas Geraisê, hejmara kesên ku roja înê ji ber rûxîna bendava gemara madenê mirin, derket 65an.

Hat ragihandin nasnameya 35 kesan hat eşkerekirin û 279 kes jî winda ne.

Hat destnîşankirin dema karkeran nanê nîvro dixwarin bendav rûxiyaye, ji ber vê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê zêdetir li der û dora xwaringehê dixebitin.

Ji ber rûxîna bendavê li bajarê Brumadinhoyê qasî 3 hezar kes hatibûn texliyekirin.

Şirketa Madenê Vale SAyê daxuyandibû ewê 100 hezar real (26 hezar û 400 dolar) wê bide malbatên eqrebayên wan mirine.

Li Brezilyayê dîsa di sala 2015an da li Marinaya girêdayî Minas Geraisê, bendava gemara madenekê ya Vale SA û şîrketa BHP Billiton a Awistralyayî rûxiyabû û  19 kes miribûn û bi sedan kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin. 

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 10:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE