Li Brezîlyayê bend hilweşiya:200 kes wenda ye

Di daxuyaniyê da hat gotin ku welatiyên li nêzî cihê bûyerê rûdiniştin ji wan deran hatin dûrxistin û ekîbên agirkujiyê ji hewa û bejayê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Li Brezîlyayê bend hilweşiya:200 kes wenda ye

Hat ragihandin li başûrê rojavayê Brezîlyayê benda bermayiyên madenê tep bû. 

Vale SAya şirketa madenê ya Brezîlyayê daxuyanî da û ragihand ku li eyaleta Mînas Geraîsa bendeke bermayiyên cewherê hesin pelişî û nayê zanîn ku di bûyerê da mirî û birîndar hene yan na.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku welatiyên li nêzî cihê bûyerê rûdiniştin ji wan deran hatin dûrxistin û ekîbên agirkujiyê ji hewa û bejayê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Di nûçeya ku BBCyê spart mensûbên agirkujiyê da jî hat gotin piştî bûyerê hesa 200 kesî nayê.

Serokê Dewleta Brezîlyayê Jair Bolsonaro di peyama xwe ya ji ser hesabê Twîtterê weşand da got ku ew li ber bûyerê ket û ji bo lêkolînê wê 3 wezîran bişîne herêmê.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE