Li Brezîlyayê di 24 saetan da 612 kes ji ber Kovîd-19yê mirin

Li Brezîlyayê ji ber vîrusa koronayê hejmara miriyan gihîşt 43 hezar û 332an.

Li Brezîlyayê di 24 saetan da 612 kes ji ber Kovîd-19yê mirin

Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 612 kesên din jî mirin, hejmara miriyan gihîşt 43 hezar û 332an.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ketin 17 hezar û 110 zêde bû û gihîşt 867 hezar û 624an.

Li Sao Pauloya eyaleta navenda bazirganiyê ya 46 milyon serjimara wê heye 178 hezar û 202 kes bi vîrusê ketin, 10 hezar û 694 kes jî mirin.

Piştî Sao Pauloyê herî zêde li eyaleta Rîo de Janeîroyê 7 hezar û 672 kes mirin û 79 hezar û 572 kes bi nexweşiyê ketin.

Li dinyayê piştî Amerîkayê Brezîlya bû welatê ku herî zêde mirov ji ber vîrusê dimirin û waqia lê zêde dibin.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn bûye navenda nexweşiyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE