Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-9) 3 hezar û 438 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li welêt hetanî niha 310 hezar û 550 kes ji ber Kovîd-19ê mirin. Hetanî niha ev roja duyem e ku ji ber Kovîd-19ê herî zêde meriv mirin.
Li Welêt di nav 24 saetên dawîn da 85 hezar û 948 pêketiyên teze hatin tesbîtkirin, hejmara pêketiyan derket 12 milyon û 490 hezar û 362 kesan.
Brezîlyaya ku serjimara wê ji 210 milyonî zêdetir e piştî Amerîkayê welatê duyemîn e ku herî zêde tesîra şewbê lê çêbû.
Ji ber ku nexweşxane tijî bûne û li eyaleta Amazonasê cureyeke Kovîd-19ê ya bi navê P1 belav bûye, li welêt rojên zehmet derbas dibin.
Li welêt hefteyek e di rojê da kêmzêde 2 hezar û 400 kes dimirin û 76 hezarî zêdetir kes jî bi vîrusê dikevin.AA