Li Brezîlyaya welatê Amerîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 615ên din jî mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Brazîlyayê, bi mirina 615 kesên din va li welêt hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 8 hezar û 536an, hejmara kesên bi nexweşiyê ketin jî 10 hezar û 503 kes zêde bû û derket 125 hezar û 218yan.
Li welêt 51 hezar 370 kes gihîştin siheta xwe, ji bo tesbîtkirina sedema mirina 1643 kesan jî lêkolîn tê kirin.
Li Amerîkaya latîn vîrusa koronayê herî zêde tesîr li ser Brezîlyayê kir.
Li herêmê herê zêde li Brezîlyayê mirov ji ber Kovîd-19yê mirin. AA