Li Brezîlyaya welatê Amerîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 965 kesên din jî mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê eşkere kirin di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 965 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 22 hezar û 13an.
Li welêt hejmara waqieyan jî 16 hezar û 508 zêde bû derkete 347 hezar û 398 kesan.
Li gorî Worldometera malpera daneyên Kovîd-19ê kom dike, li Amerîkaya Latîn herî zêde meriv li Brezîlyayê mirin û nexweş ketin. Piştî Amerîkayê welatên herî zêde li nexweş hene jî Brezîlyayê ye.