Li Brezîlyaya welatê Amerîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 1086 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 1086 kes mirin, hejmara miriyan derkete 25 hezar û 598 kesan.
Hejmara pêketinê li welêt jî 20 hezar û 599 zêde bû derket 411 hezar û 821 kesî.
Li gor Worldometera malpera agahiyên Kovîd-19ê diweşîne, li Amerîkaya Latîn herî zêde nexweş li Brezîlyayê hatin dîtin û li dinyayê Brezîlya piştî Amerîka di rêza duduyan da cî digre.AA