Li Brezîlyayê di girtîgehê da serhildan: 52 kuştî

Li Brezîlyayê di girtîgeha Altamîrayê da girtiyan serî hildan û di encamê da 52 mehkûm hatin kuştin.

Li Brezîlyayê di girtîgehê da serhildan: 52 kuştî

Li bakurê Brezîlyayê di girtîgeha Altamîrayê da girtiyan serî hildan û di encamê da 52 mehkûm hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Brezîlyayê, li eyaleta Parayê ya li bakurê welêt di girtîgeha Altamîrayê da şerê du çeteyan vegerand serhildanê û di encamê da 52 girtî hatin kuştin.

Di serhildana ku serê sibehê dest pê kir û 5 saet ajot da mehkûman agir berdan hinek ciyên girtîgehê.

Peywirdaran ragihand, ji girtiyên hatin kuştin 16 jê serê wan hatine jêkirin, piraniya yên mayîn jî ji ber dûmana şewatê mirin.

Du peywirdarên girtîgehê ku di serhildanê da dîl hatin girtin, hatin berdan.

Di gîrtîgeha Altamîra ku kapasîteya wê 200 kes e da ji 300î zêdetir mehkûm dimînin.

Li bajarê Manausê yê eyaleta Amazonasê meha gulanê pey hev di çar girtîgehên cuda da girtiyan serî hildabû û di encamê da 57 mehkûm miribûn.

Girtîgehên Brezilyayê bi 700 hezar kesî va xwedî nifûsê herî qelebalix ê sêyemîn ê dinyayê ne.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE