Li Brezîlyayê hejmara kesên di lehiyê da mirin derket 104an

Li Brezîlyayê hejmara kesên di lehiyê da mirin derket 104an

Li eyaleta Rio de Janeiro ya Brezîlyayê hejmara kesên ku di lehî û hezazan da mirin derket 104an.

Li gorî nûçeya G1ê ya ku li Brezîlyayê weşanê dike, Sekreteriya Parastina Sivîlan a Rio de Janeiroyê ragihand, li bajarê Petropolîsê yê eyaletê yê ku dikeve herêmeke çiyayî, ji ber lehî û hezazan 104 kes mirin.

Waliyê Rio de Janeiroyê Claudio Castro çû herêma ku lehî lê rabû, daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li herêmê barana herî gumrah a ji sala 1932yan vir va barî. 

Castro diyar kir ku ew ê heta hefteyekê alîkariya civakî bidin mexdûrên lehiyê da ku ji xwe ra mobîlya û alavên malê bikirin.

Her wiha hat ragihandin, ekîbên îtfaiyeyê yên ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin, 21 kes xilas kirin û heta niha jî îxbar hat kirin ku 35 kes wenda ne, lêbelê hejmara teqez a wendayan hê nehatiye tesbîtkirin.

Li Petropolîsê di 2011an da jî bobelata lehiyê qewimîbû, zêdeyî 900 kesî miribûn û zêdeyî 100 kesî jî wenda bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE