Li Brezîlyayê hejmara kesên ku di bobelata lehiyê da mirin derket 152yan

Li Brezîlyayê hejmara kesên ku di bobelata lehiyê da mirin derket 152yan

Li eyaleta Rio de Janeiro ya Brezîlyayê hejmara kesên ku di bobelata lehiyê da mirin derket 152yan.

Li gorî nûçeya G1ê ya ku li Brezîlyayê weşanê dike, li bajarê Petropolîsê yê eyaletê yê ku dikeve herêmeke çiyayî, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên piştî lehî û hezazê, yên ku bi qasî 500 îtfaiyevan tê da beşdar in, digel barîna baranê didome.

Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehî û hezazê mirin derket 152yan, ji bo 165 kesan îxbara wendabûnê hat kirin û 967 kes jî di stargehan da ne.

Ekîbên ku li 51 ciyên bajêr digel beşdariya esker û xwebexşan xebatên xwe didomînin, ji ber baran û hewaya bi rutûbet ditirsin ku cardin hezaz çêbe.

Li bajarê Petropolîsê di 15ê Sibatê da piştî barîna barana gumrah, li ciyên bilind ên bajêr hezaz çêbûbû, kuçe, parq û market di bin avê da mabûn, erebe û otobus di bin avê da mabûn û bi avê ra şiqitîbûn.

Waliyê Rio de Janeiroyê Claudio Castro diyar kiribû ku li herêmê barana herî gumrah a ji sala 1932yan vir va barî. 

Li Petropolîsê di 2011an da jî bobelata lehiyê qewimîbû, zêdeyî 900 kesî miribûn û zêdeyî 100 kesî jî wenda bûbûn.


 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE