Hat ragihandin, li hin herêmên eyaleta Pernambucoyê ya Brezîlyayê hejmara kesên ji ber lehî û hezazan mirin derket 84an.
Waliyê Eyaleta Pernambucoyê Paulo Camara di civîna çapemeniyê da diyar kir, ji ber lehî û hezazên ku barana gumrah bû sedem, 79 jê ji roja înê vir va 84 kes mirin.
Camara destnîşan kir, hejmara wendayan a ku berî niha wekî 56 hat ragihandin, bi teqezî nehatiye diyarkirin û her wiha xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.
Li eyaleta Pernambucoyê ya Brezîlyayê ji ber barana gumrah a ku hefteyek e bi bandor e, li 14 bajaran rewşa bilez hat ragihandin.
Peywirdaran ragihandibûn, ji ber baranê qedera 4 hezar kesî hatin texliyekirin.
AA