Li Buçaya bajarê Ukraynayê şopên şer derketin holê

Di dîmenên ku ser hesabên medyaya civakî yên Ukraynayî hatin parvekirin da şopên şerê ku li bajêr qewimiye, derketin holê.

Li Buçaya bajarê Ukraynayê şopên şer derketin holê

Artêşa Ukraynayê bajarê Buçayê yê nêzî Kîeva paytextê Ukraynayê ji destê hêzên Ûris derxist û artêş rastî bajarekî wisa hat ku avahiyên wê hatine rûxandin, kuçeyên wê tijî cesed in.

Di dîmenên ku ser hesabên medyaya civakî yên Ukraynayî hatin parvekirin da şopên şerê ku li bajêr qewimiye, derketin holê.

Di dîmenan da cesedên sivîlan di kuçeyên Buçayê da dixuyên.

Ukraynayî îdia dikin ku, beriya artêşa Ûris bajêr biterikînin, sivîl kuştin.

Di dîmenan da mal ji ber pevçûnan bûne xirabe, dikan jî hatine talankirin.

Kamaliyaya stranbêja Ukraynayî jî li hesabê xwe yê Instagramê îdia kir ku hêzên Ûris hin hespên şampiyonên dinya û olîmpiyatan ku li çêwlikên Buçayê dimînin, dane ber guleyan û li çêwlikê jî mayîn çal kirine.

Şaredarê Buçayê Anatolyi Fedoruk duh daxuyandibû ku bajar ji eskerên Ûris hat standin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE